Amedspor ber bi Super Lîgê ve dimeşe: Maça bi Bolusporê re îşev e

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê îşev li stadyum û di nav alîgirên xwe de dilîze.

Amedspor dixwaze encamên xwe yên baş bidomîne ku hevrikiya xwe ya ji bo gihîştina Super Lîgê xurt bike.

Di çarçoveya hefteya 33yan a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, îşev saet 19:00an Amedspor li mala xwe bi hemberî Bolusporê re dilîze. Tîma Amedê ji bo serkeftineke nû amade ye.

Amedspor niha di rêza duyem a lîsteyê de cih digire.

Tîma kesk û sor di 11 maçên dawî de ti carî zora wê neçûye.

Tîmê amadehiyeke baş kiriye û çavê wê li 3 puanên vê maçê ye ku di rêya şampiyoniyê û derketina Super Lîgê de gavan biavêje.

Ji bo maça îşev hemû lîstikvanên Amedsporê amade ne.

Tenê gumana li ser lîstikvan Azîz Alî Kaldirim heye ku ji ber birîndariya xwe dibe ku di vê maçê de cih negire.

Amedspor di maça ewil a vê sezonê de bi 1-0 li hemberî Bolusporê têk çûbû.

Tîm dixwaze vê carê wê têkçûnê tazmîn bike, alîgirên xwe kêfxweş bike û encamên xwe yên baş bidomîne.

Statîstîk û golkarê tîmê

Niha Amedspor bi 67 puanan di rêza duyem de ye.

Tîmê di vê sezonê de 20 maç birine, 7 caran wekî hev maye û di 5 maçan de jî têk çûye.

Tîma Bakurê Kurdistanê 68 gol avêtine û 32 gol xwarine.

Golkarê vê sezonê yê Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê, Mbaye Diagne ye ku lîstikvanê Amedsporê ye.

Vî lîstikvanê Senegalî di vê sezonê de 25 gol avêtine û 6 gol jî ji bo hevalên xwe amade kirine.

Her wiha maça îşev ji bo Florent Hasani jî taybet e, çimkî ew li hemberî tîma xwe ya berê dilîze.

Boluspor niha di rêza 13an a lîsteyê de ye û 42 puanên wê hene.

Eleqeya alîgiran û pergala lîgê

Alîgirên li Amedê bi coşeke mezin li benda vê maçê ne.

Di hefteyên dawî de daxwaza li ser formayên tîmê çar qat zêde bûye û niha li bazaran forma bi zehmetî tên peydakirin.

Di vê sezonê de tenê 6 maçên Amedsporê mane.

Li gorî sîstema futbolê ya Tirkiyeyê, tîmên ku di rêza yekem û duyem de ne rasterast derdikevin Super Lîgê.

Tîmên ku di rêzên çarem, pêncem, şeşem û heftem de ne, li hemberî hev dilîzin.

Serkeftiyê wan maçan jî di fînala Play-Offê de li hemberî xwediyê rêza sêyem dilîze ku bilêta sêyem a Super Lîgê bi dest bixe.