Dengê berq û birûskên Amedê heta bi Boluyê çû: 6-1
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bi ser Bolusporê de bû gol û bariya û 6-1 bi ser ket.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor û Boluspor di hefteya 33yan a Lîga 1emîn de li Stadyuma Amedê hatin hemberî hev.
Amedspor bi armanca 3 puanan derket qadê û bi lîstikeke êrişbir dest pê kir.
Amedsporê ji destpêka maçê zexta xwe zêde kir û di xulekên ewil de golek dît.
Mehmet Yeşil xuleka 6an li ser kornera Hasanî top şand torên Bolusporê û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Piştî golê tempoya maçê bilind bû û lîstikvanên Bolusporê du kartên zer dîtin.
Lîstikvanê Bolusporê Dean Liço xuleka 31ê ji ber faula li ser Afena Gyan Felix karta sor dît û tîma wî 10 kes ma.
Amedsporê xuleka 37an bi gola Mbye Diagne ferq derxist 2yan.
Diagne bi asîsta Moreno top şand qeleyê.
Bahoza Amedê li pey hev golên xwe domandin û Celal Hanalp xuleka 41ê gola sêyem avêt.
Nîvê ewil bi serkeftina Amedsporê ya 3-0 bi dawî bû.
Amedsporê di nîvê duyem de jî nesekinî
Tîma kesk û sor nîvê duyem jî wekî bahozê dest pê kir.
Mbaye Diagne xuleka 56an ducare derket ser dikê û gola xwe ya duyem a tîma xwe ya çarem avêt.
Amedsporê her êriş dikir û Daniel Moreno xuleka 67an gola pêncemîn tomar kir.
Tenê 4 xulek şûn de, Dia Saba xuleka 71ê gola şeşemîn avêt torên Bolusporê.
Bolusporê xuleka 90î de bi gola Arda Usluoglu ferq daxist 5an û ev yek di heman demê de bû encama maçê
Mbye Diagne bi van golan hejmara golên xwe derxist 26an û soza ku di destpêka sezonê de dema hatibû Amedsporê dabû bi cîh anî.
Amedsporê bi encameke dîrokî ya 6-1 maça li mala xwe qezenc kir û 3 puan berdan binê berîka xwe.
Amedspor bi vê encamê puanê xwe derxistin 70yî û li pey Erzurumsporê di rêza duyem de ye.
#VÎDEO - Saman Welatjêrî: Îro gol bi ser serê Bolusporê de bariyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 5, 2026
🎙️Hevkarê me Saman Welatjêrî maça Amedspor û Bolusporê şîrove dike pic.twitter.com/tu2MamfXjc