Werzişkarê Kurd bû şampiyonê NAGAyê

Hewlêr (Rûdaw) - Werzişkarê Kurd Firşad Girdkane (Farshad Gardakaneh) bû şampiyonê NAGAyê.

Firşad Girdkane ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Belçîkayê dijî.

Ew di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê ya ku 26ê Nîsana 2026an li Brukselê hat lidarxistin de bû şampiyon û madalyaya zêr û kember standin.

Firşad li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û anî zimên:

“Ev ji bo min demeke gelekî taybet e. Ez cara yekem bûm şampiyonê NAGAyê.”

Di kategoriya No-Gi Expertê de bû şampiyon

Werzişkarê Kurd destnîşan kir ku ew di çarçoveya Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê de, di kategoriya No-Gi Expertê de (90-99,9 kîlo) lîstiye û turnuva bi şampiyoniyê temam kiriye û da zanîn:

"Di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê ya ku 26ê Nîsana 2026an li Brukselê hat lidarxistin de, ez beşdarî kategoriya No-Gi Expertê (90-99,9 kîlo) bûm û min madalyaya zêr û kembera şampiyoniyê bi dest xistin."

Wî her wiha tekez kir ku asta turnuvayê gelekî bihêz bûye û eşkere kir ku ew xelata xwe diyarî gel û şehîdên Kurdistanê dike.

“Rikeberên min gelekî bihêz bûn”

Firşad diyar kir ku di nav rikeberên ku ew derket pêşberî wan de, werzişkarên ku tecrubeya wan a profesyonel a MMAyê hebû jî hebûn û li pey çû:

“Bi rastî asta pêşbirkê gelekî bilind bû. Yek ji rikeberên min Sofiane Aissaoui bû ku di organîzasyonên wekî PFL Europeyê de şer kiriye û paşxaneyeke wî ya profesyonel a MMAyê û binesaziyeke bihêz a grapplingê hebû.”

Şampiyoniya wî ya Ewropayê jî heye

 

Werzişkarê ku li Belçîkayê dijî, sala 2025an di Şampiyoniya Ewropayê ya IBJJF Jiu-Jitsuyê de ku li Lîzbona paytexta Portugalê hatibû lidarxistin, di kategoriya 94 kîloyan de jî bûbû şampiyonê Ewropayê.

Firşadê Kurd destnîşan kir ku di maça fînalê de derketiye pêşberî Patrick Meisgeierê Almanyayî û diyar kir ku rikeberê wî di asta “brown belt”ê de ye.

Wî anî zimên ku Meisgeier xwediyê madalyaya Ewropayê ye û werzişkarekî xwedî tecrube ye ku di turnuvayên mezin ên wekî IBJJF No-Gi Worldsê de lîstiye.

“Min fînal 5-0 stand”

Firşad eşkere kir ku ew di maça fînalê de 5-0 bi ser ketiye û destnîşan kir ku ji destpêkê heta dawiyê kontrola maçê di destê wî de bûye.