WAN - Li şahiyên şampiyoniyê qeyûm hat protestokirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku şahî û pîrozbahiyên şampiyoniya Vansporê berdewam dikin, qeyûm hat protestokirin.
Vansporê piştî ku di fînala Play-Offa Lîga 2ya Tirkiyeyê de Batman Petrolspor têk bir, derbasî Lîga Yekemîn a Trendyolê bû.
Vanspor dê sezona bê li kêleka Amedsporê di Lîga Yekemîn a Trendyolê de bilîze.
Ji roja yekşemê ve li Wanê şahî û pîrozbahî berdewam dikin û xelkê Wanê rojane çalakiyan dikin.
Doh li Qada Bajêr bi beşdariya xelkê konsereke mezin hat lidarxistin.
Hunermendên Wanî Hozan Şervan, Bejan Berken, Bervan Argeş û Recep Çinar di konserê de bi stranên Kurdî xelk kêfxweş kir.
Piştî konserê jî xelk li nav bajêr meşiyan û bi otomobîlên xwe konvoy gerandin.
Hinek kesan jî bi Ala Kurdistanê û flamayên Vansporê şampiyonî pîroz kir.
Şeva çarşemê jî li Stadyuma Wanê ji bo pîrozbahiya şampiyoniyê şahiyeke mezin hat lidarxistin.
Li Stadyuma Wanê qerebalixiyeke zêde kom bû.
Futbolîstên Vansporê yek bi yek derket ser dike û Serokê Vansporê Erol Temel jî axavtinek kir.
Hunermendan bi stranên Kurdî û Tirkî coşa şahiyê zêde kir.
Qeyûm hat protestokirin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdulllah Zeydan û Neslihan Şedal û Parêzgarê Wanê Ozan Balci jî beşdarî şahiyê bûn.
Di dema axavtina Ozan Balci de ku wekî qeyûm li ser Şaredariya Wanê hatiye danîn xelkê bi dengê bilind dirûşma “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” bilind kir û qeyûm protesto kir.