VÎDEO - Diogo Jota û birayê xwe hatin veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê futbolê yê tîma Liverpool û Tîma Neteweyî ya Portugalê Diogo Jota û birayê xwe 3yê mehê li Spanyayê di qezayeke trafîkê de mir.

Termên Diogo Jota û birayê wî bi amadebûna bi dehan stêrkên navdar hatin veşartin.

Merasîma veşartina termê Diogo Jota li Dêra Igreja Matrizê ya bajarokê Gondomarê yê Portugalê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Rahênerê Portugalê Roberto Martinez, Rahênerê berê yê Portugalê Fernando Santos,
Rahênerê tîma Liverpoolê Arne Slot, stêrên tîma futbolê ya Portugalê û tîma Liverpoolê amade bûn û wan xatir ji hevalê xwe xwest.

Jota bi birayê xwe yê lîstikvan André Silva re li nêzîkî Palacios de Sanabria ya herêma Zamorayê Spanyayê qezayeke trafîkê kir.

Piştî naskirina termên wan a ji aliyê malbatê ve her du ber bi Portugalê ve hatin şandin.

Tîmên Liverpool û Wolverhamptonê yên Brîtanyayê ji bo Jota şîn danîn û bi dehan lîstikvan û hezaran alîgiran gul danîn ser wêneyên wî.