Amedspor wekî teyrê baz difire, ferxexortên Amedê wekî kewê ribat dixwînin

Duh li 08:28
Abdulselam Akinci
Coşa alîgiran / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Coşa alîgiran / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amedspor Amed Boluspor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor demên dawiyê bûye wekî agirê sor û kes ji ber petên vî agirî nafilite.

Doh jî dora Bolusporê bû û Amedsporê di lîstika hefteya 33yan a Lîga Yekemîn de li mala xwe Boluspor 6-1 têk bir.

5 hefte mane ku lîg biqede û Amedspor bi 70 puanî di rêza duyem de ye.

Erzurumspor bi 72 puanan di rêza yekem de ye.

Heke Amedspor kariba rêza xwe biparêze yan bibe yekem yekser diçe Lîga Sûper.

Stêrkan gol barandin

Stêrkên Amedsporê di vê maçê de jî li asmanên Amedê çirisîn û gol li pey hev kirin rêz.

Mbaye Diagne 2 gol, Daniel Moreno golek, Celal Hanalp golek, Mehmet Yeşîl golek û Dia Saba jî golek avêt.

Tîma kesk û sor bi vê encama dîrokî dilê alîgirên xwe xweş kir.

Hêviya Amedsporê ya ji bo şampiyoniya lîgê bi vê serkeftinê xurttir dibe.

33 hezar alîgir herikîn stadyumê

Jin, mêr, keç, xort, kalemêr û zarok bi giştî 33 hezar alîgirên Amedsporê çûn stadyumê.

Alîgir ji bo maça hefteya 33yan a di navbera Amedspor û Bolusporê de bi coşeke nedîtî herikîn stadyumê.

Alîgirên Amedsporê beriya maçê û piştî maçê bi rêya Rûdawê ev peyam dan:

"Encam çi be jî em ê bi ser bikevin. Em yek milet in, em yek tîm in."

"Bila Amedspor bi ser bikeve, em mecbûr in."

"Divê Amedspor îsal bibe şampiyon."

"Em ê bi xwe bawer bin, bi hevalên xwe bawer bin, em ê bi lîstikvanên xwe bawer bin û em ê bi gelê xwe bawer bin."

"Înşalah em ê bi ser bikevin. Her bijî Amed."

"Şampiyon em in, em efû nakin."

"Em ji Cizîra Botan ji bo maça Amedsporê hatine, înşalah em ê bi kêfxweşî vegerin."

"Em ji Cizîra Botan hatine, em serkeftinê ji Amedsporê re dixwazin, her bijî Amed."

"Va ye alîgir, va ye şampiyon."

"Şampiyon Amedspor."

"Her bijî Amedspor, her bijî Amedspor."

"Em her dem li pişt Amedsporê ne. Amedspor şampiyon e."

"Ev serkeftin ji bo şampiyoniyê gelekî girîng bû. Em pir kêfxweş bûn."

"Îsal serkeftina hemû tîmên me yên Kurdan e."

"Yar yarê yarê yarê Amed im yarê, Yar yarê yarê yarê Amedspor yarê."

"Amedspor îsal dibe şampiyon, serkeftin."

"Kêfa me pir xweş e, ji şampiyoniyê re hindik maye."

"Bila bibînin Kurd kî ne. Jin, jiyan, azadî."

"Kî çi dike bila bike, em ê bibin şampiyon. Em tên, her bijî Amed."

"Ez ji Qersê hatime, ez ê niha vegerim Qersê."

"Bila Batman Petrolspor puanekê bigire dê bibe şampiyon, bila ew jî werin me bişopînin."

"Me zanîbû em ê şeş golan biavêjin wan. Şeş navên Xwedê xweş."

"Me vê carê dilê wan rehet kir. Vê carê em şampiyon in."

"Her bijî Amedspor."

"Şampiyon!"

"Em zarokên axa rojê ne, serkeftin her daîm a me ye."

"Amedspor evîna dilê me ye, em ê her bi ser bikevin."

"Pêşî Batman Petrolsporê pîroz dikim, ew jî dibin şampiyon. Vir ne Nou Camp e, ne jî Santiago Bernabeu ye, ev der Amed e."

"Em dixwazin Amedspor were Super Lîgê û her kes me nas bike."

"Amedspor pêl bi pêl tê."

"Bila Fenerbahçe jî, Beşîktaş jî û Galatasaray jî werin. Bila zarokên me jî fêrî Amedsporê bibin."

"Me şeş gol avêtin, em gelekî kêfxweş in."

"Em ji bajarê Êlihê tên. Em li pişta tîma xwe Amedsporê ne."

"Wan digot alîgirên Amedsporê tune ne, vaye 30 hezar alîgir hene. Ma nabînin, qey kor in?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst