Mbaye Diagne çavên xwe sor kirine û li pey rekorê ye

Duh li 11:39
Nîşan Amedspor Mbaye Diagne Gol Rekor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Amedsporê Mbaye Diagne di Lîga Yekemîn a Trendyolê hejmara golên xwe derxist 26an û çavê wî li rekora dîrokî ye.

Heke Diagne 4 golên din jî biavêje, ew dê bibe lîstikvanê ku ji sezona 2001-2002yan ve di Lîga Yekemîn de di sezonekê de herî zêde gol avêtine.

Amedsporê doh li mala xwe Boluspor 6-1 têk bir û ferqa puanan a li gel Esenler Erokspora ku di rêza sêyem de ye parast.

Mbaye Diagne di vê maçê de 2 gol kirin û bi giştî hejmara golên xwe kir 26.

Heger Diagne di 5 hefteyên mayî de 4 golên din jî biavêje, ew dê rekora Marco Paixaoyê ku di sezona 2018-2019an de bi formayê Altayê 29 gol avêtibûn bişikîne.

Rekor di destê kê de ye?

Vê lîgê sezona 1963-1964an bi navê Lîga 2yan dest pê kir û bi guhertina statuyê ya ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyeyê ve ji 2001-2002yan ve bi navê Lîga Duyemîn Kategoriya Ayê berdewam dike.

Lîstikvanên ku 2001-2002yan herî zêde gol kirine ev in:

Marco Paixao: 29 gol

Yunus Altun (Konyaspor): 28 go

Taner Demîrbaş (Malatyaspor): 27 gol

Okan Yilmaz (Bursaspor): 25 gol

Amedspor duyem e

Li hêla din, Erzurumspor FK bi 72 puanan di rêza yekem a lîgê de ye, Amedspor bi 70 puanan di rêza duyem de ye û Esenler Erokspor jî bi 66 puanan di rêza sêyem de cih digire.

Maçên mayî

Maçên mayî yên sê tîmên destpêkê yên lîgê wiha ne:

Erzurumspor FK (72): Istanbulspor (li derve), Boluspor, Bodrum FK (li derve), Bandirmaspor, Çorum FK (li derve).

Amedspor (70): Erokspor (li derve), Umraniyespor, Bandirmaspor (li derve), Bodrum FK, Igdir FK (li derve).

Esenler Erokspor (66): Amedspor, Sakaryaspor (li derve), Ankara Keçiorengucu, SMS Grup Sariyer (li derve), Pendikspor.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst