Ciwan Suer rastî êrişa hevalê xwe yê tîmê hat

Duh li 02:20
Nîşan Lîstikvanê Amedî Ciwan Suer Kutahyaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji lîstikvanên herî ciwan ên Amedsporê Ciwan Suerê ku bi kirê çûbû Kutahyasporê, rastî êrişa hevalê xwe yê tîmê Dogukan Nelîk hat.

Ciwan Suer bi zehmetî ji destê hevalê xwe yê ji wî mezintir hat rizgarkirin.

Xelkê li ser torên civakî piştgiriyeke mezin da Ciwan Suer û bertekên tund jî nîşanî êrişkar Dogukan Nelîk dan.

Ciwan Suerê ku yek ji lîstikvanên herî ciwan ên Amedsporê ye, beriya demekê bi kirê çûbû Kutahyaspora ku di Lîga 3yemîn a TFFyê de dilîze.

Doh piştî ku tîm li hemberî Eskîşehîrsporê 4-0 têk çû lîstikvan gelekî hêrs û aciz bûn.

Lîstikvanê ciwan ê ku ji Amedsporê çûbû, rastî êrişa fîzîkî ya hevalê xwe yê tîmê Dogukan Nelîk hat ku ew jî li Kutahyasporê di parastinê de dilîze.

Dîmenên êrişê ji aliyê alîgiran ve hatin girtin.

Di dîmenan de bi zelalî tê dîtin ku Ciwan Suer bi zehmetî ji aliyê hevalên xwe ve ji destê Dogukan Nelîk tê derxistin.

"Peymana wî betal bikin"

Êrişa li ser Ciwan Suer li ser torên civakî bû sedema bertekên mezin.

Alîgirên Amedsporê piştgirî da Ciwan Suer û wan bertek nîşanî Dogukan Nelîk da.

Gelek alîgiran got, "Divê peyman yekser bi awayekî yekalî were betalkirin û Ciwan ji Kutahyasporê were standin."

“Nayê qebûlkirin”

Hinek alîgiran jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên, "Çi dibe bila bibe, di nîvê qadê de li ber çavên ew qas alîgiran êrişa li ser lîstikvanekî ciwan nayê qebûlkirin, divê Dogukan Nelîk yekser lêborînê bixwaze."

Ciwan Suer kî ye?

Ciwan Suer sala 2006an li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayîk bûye û di tîmên ciwanan ên Amedsporê de lîstiye.

Ciwan Suer herî di kadroya tîma frofesyonel de cih girtibû û wî di maça Adana 01 FKyê de formayê xwe li xwe kiribû.

Lîstikvanê ciwan pişt re bi kirê çûbû Kutahyasporê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst