Ji 7 welatan 160 werzîşvan li Amedê ketin pêşbirkê
Navenda Nûçeyan - Etaba çaremîn a Tura Duçerxeyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî ji 7 welatan bi 160 werzişvanan ve li Amedê dest pê kir.
Etaba çaremîn a tura duçerxeyê (bisiklêt) li navçeya Sûrê herêma Îçkaleyê dest pê kir.
Cîgirserokê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê Alî Sabaz pêşbirk da destpêkirin, piştî îşareta destpêkirinê werzişvan ber bi Rihayê ve duçerxeyên xwe ajotin.
Yunus Emre Yilmaz ê ji Kocaeliyê beşdarî pêşbirkê bû got ew kêfxweş e ku cihên dîrokî dibîne û wiha axivî: "Mêvanperwerî û rûşeniya Rojhilatê (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye) li Rojavayê tune. Ez vê herêmê hez dikim."
Muhammed Por Îsmaîl ku ji Îranê hatiye jî wiha axivî: "Îsal pêşbirk wek tur tê lidarxistin. Ez hêvî dikim her tim dewam bike. Him ji bo werzişvanan pir xweş e. Bila pêşbirk bê qeza û bê bela derbas bibe."