Arsenalê bilêta fînalê berda binê xurcikê

Hewlêr (Rûdaw) - Arsenalê di maça rovanşê ya nîvfînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 1-0 zora Atletico Madridê bir û derbasî fînalê bû.

Di turnuvaya herî mezin a tîmên Ewropayê de, Arsenalê li Stadyuma Emiratesê mazûvaniya Atletico Madridê kir.

Divê were bibîrxistin ku lîstika yekem 1-1 bi dawî bûbû.

Gola serkeftinê ji Bukayo Saka hat

Di nîvê yekem de her du tîman zêdetir giringî da parastinê.

Tîma Spanyayê hewl da ku bi êrişên ji nişka ve bandorekê bike.

Lê belê Arsenalê piştî xuleka 30î fişara xwe zêde kir û xuleka 45an gihişt miradê xwe.

Gyökeres gog ji aliyê rastê ve şand nav qada ceza, Trossard li topê xist û gok ji qelevan Oblak vegeriya.

Bukayo Saka topa vegeriyayî şand toran û kir ku tîma wî bi 1-0ê here bêhnvedanê.

Arsenalê skor parast

Atletico Madridê di destpêka nîvê duyem de derfeteke baş a wekheviyê bi dest xist.

Lê Giuliano Simeone xwe ji qelevan Raya rizgar nekir û bi midaxeleya Gabrielî nekarî li topê bixe.

Xuleka 66an di êrişeke Arsenalê de, Piero Hincapie top şand ji Gyökeres re lê lêdana wî di ser qeleyê re çû derve.

Arsenalê di xulekên mayî de skor parast û bû tîma yekem ku derket fînalê.

Fînal li Budapeşteyê ye

Arsenal dê 30ê Gulanê (şemî) li Budapeşteya paytexta Macaristanê di maça fînalê de bilîze.

Rikeberê Arsenalê dê ji maça PSG û Bayern Munichê diyar bibe. PSGyê maça yekem 5-4 standibû.

Piştî 20 salan serkeftineke dîrokî

Arsenala ku di dîroka xwe de tenê sala 2006an derketibû fînalê, piştî 20 salan ev serkeftin ducare kir.

Tîma Londonê berî 20 salan di fînalê de li pêşberî Barcelonayê li Stade de Franceyê 2-1 têk çûbû.

Rekora Bukayo Saka

Bukayo Sakayê ku piştî seqetiyê vegeriya qadan, bû lîstikvanê yekem ê dîroka Arsenalê ku di du sezonan de li pey hev di nîvfînalê de gol kiriye.

Sakayê 24 salî sala borî jî di maça li hemberî PSGyê de gola tîma xwe kiribû.

Atletico Madrid li parastina Arsenalê terpilî

Atletico Madrida ku dixwest cara çarem bigihe fînalê, li hemberî parastina Arsenalê zehmetî kişand.

Goga tîma Madridê heta xuleka 82yan yek cara bi tenê jî rast ber bi qeleyê ve neçû.