ALMANYA - Badîn şampiyoniya xwe bi Ey Reqîb û Alaya Kurdistanê xemiland

Hewlêr (Rûdaw) - Boksorekî Kurd ê Êzidî li Almanyayê di maçeke boksê de bû şampiyon.

Boksorê Kurd ê Êzidî Badîn Heso piştî serkeftina xwe ji Rûdawê re got, "Ev 3 meh in ez xwe amade dikim û vê serkeftinê pêşkêşî hemû gelê Kurdistanê dikim."

Badîn Hesoyê Kurd ê Êzidî li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê li hemberî Yasir Ehmed Malikiyê Pakistanî derket rîngê.

Beriya maçê bi dehan Kurd çûn salona maçê û piştgirî da Badîn Heso.

Badîn Heso çend xulekan berî destpêkirina maçê ji Rûdawê re axivî û got:

"Ev 3 meh in ez xwe ji bo vê maçê amade dikim û bi berdewamî li gel rahênerê xwe Yûsif Remezan rahênanê dikim.

Bi piştgiriya Xwedê û Tawisî Melek em dê wî li erdê bidin."

Badîn bi cil û bergên taybet ên ku bi Alaya Kurdistanê hatibûn xemilandin û bi sirûda neteweyî "Ey Reqîb" derket ser rîngê û pêşbirkê dest pê kir.

Piştî rikeberiyeke mezin, di gera sêyem de bokserê Kurd hevrikê xwe têk bir û bi ser ket.

Serkeftina Badîn Heso salon bi aheng û şahiyê tije kir.

Badîn Heso piştî serkeftinê careke din ji Rûdawê re axivî û anî ziman:

"Ez vê şampiyoniyê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê û ji bo serokên me Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dikim diyarî.

Her bijî Kurd û Kurdistan, her bijî çar parçeyên Kurdistanê."

Badîn Heso piştî serkeftina mezin û bidestxistina xelata WBCyê bi Alaya Kurdistanê li gel alîgirên xwe aheng saz kir û dengê def û zirneyê û şahiya Kurdî salon dagirt.

Badîn Îdrîs Heso Zozaniyê 31 salî li navçeya Şêxanê ya Dihokê ji dayîk bûye û Kurdekî Êzidî ye.

Ew lîstikvanekî navdar ê kickboksê ye û ev serkeftina nehem a wî ya îsal e.