Hewlêr (Rûdaw) - Lîstika dawî ya Kûpaya Libertadoresê di navbera herdu tîmên Boca Juniors û River Plate ên Arjantînî de ye, ku gelek behsa wê lîstikê tê kirin.
Rikeberî û lîstika her tim di navbera wan herdu tîman de heye, gelek caran bi şer û pevçûnê bi dawî dibin û rikeberiyeke xurt di navbera wan de pêk tê.
Bo encamdana wê lîstikê tîma Boca Juniorsê amadehiyên xwe yên bo lîstika dawî ya li ser lîstika dawî ya li Stadyûma La Bombonera ragihand û heta niha 49 hezar bilêtên lîstikê hatine firotin û rojnameya Ole Argentina dibêje, daxwazeke pir zêde li ser bilêtên wê lîstikê heye.
Serokê Arjentînê Mauricio Macri ji bo lîstik bi şêweyekî asayî û bêyî kêşe birêve biçe, ji aliyên ewlehî yên Arjentînê daxwaz kir bo çûn û vegerîna herdu tîman bergiriyên tund werbigirin û da zanîn, ku ew amade ne bo kontrolê handeran bikin lê biryarên amadebûn û nebûnê yên di lîstikê de ji aliyê Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Başûr (Conmebol) tên dayîn.
Ji aliyê medyayê ve jî girîngiyeke zêde bo lîstikê tê dayîn. Rojnamevanê Arjentînî Martin Arevalo ragihand, ji tevahiya cîhanê 200 kanalên televîzyonê û zêdetirî hezar peyamnêr daxwaza rûmalkirina lîstikê kiriye, ku ew rojnamevanan ji welatên wek Amerîka, Îspanya, Slovenya, Çîn, Uman û çend welatên din in.
Lîstika di navbera herdu tîman de roja şemiyê (10-11-2018) di demjimêr 23:00a de li Stadyûma La Bombonera ya taybet a Boca Juniorsê tê lîstin û lîstika vegerê jî di 24ê vê mehê de li Stadyûma Monumental a taybet River Plate birêve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse