Maça Amedspor û Umraniyesporê: Gola zêrîn xuleka 90+3yan hat
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor, di çarçoveya Lîga 1emîn a TFFyê de bû mêvana Umraniyesporê û bi encama 4-3 bi ser ket.
Amedsporê di maça ku gelek gol tê de hatin avêtin de, di xulekên dirêjkirî de bi ser ket û 3 puanên girîng xistin berîka xwe.
Poko û Moreno dest pê kir
Amedsporê bi lez dest bi maçê kir û di xuleka 37an de bi gola Andre Poko 1-0 ket pêş.
Çar xulek piştî vê golê, bi êrişa Moreno lîstikvanê dijber Burak Oksuz golek avêt qeleya xwe û Amedsporê ferq derxist duyan.
Lîstikvanê Umraniyesporê Batuhan Çelikê di xulekên dirêjkirî yên nîvê yekem de ferq daxist yekê.
Di nîvê duyem de heman lîstikvanî careke din gol avêt û skor bû 2-2.
Gyan û Diagne derketin holê
Piştî wekheviyê Amedsporê zext zêde kir û stêrka ciwan Felix Afena-Gyan skor kir 3-2.
Lê belê Umraniyesporê bi gola biguman a Benny skor dîsa kir 3-3.
Tevî îtîrazên faulê jî hakîm biryara golê da.
Di xuleka 90+3yan de lîstikvanê Amedsporê Mbaye Diagne derket holê û bi gola xwe Amedspor bi encama 4-3 bi ser xist.
Bi vê encamê re Amedspor bi zêdehiya maçan derket rêza duyemîn.