Amedsporê Pendîk bêdeng kir: 3 puan û lîderî
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê li deplasmana Pendîksporê 2-0 bi ser ket û lîdertiya xwe domand.
Di hefteya 24an a Lîga 1emîn a TFFyê de Amedspor û tîma stenbolê Pendîkspor li Stadyuma Pendîkê hatin hemberî hev.
Amedspora ku ji deplasmana zehmet bi serkeftina 2-0 vegeriya cihê xwe yê li lûtkeyê zexm kir.
Di maça ku nivê yekem bê gol bi dawî bû de, Amedsporê di nivê duyem de kontrola lîstikê girt destê xwe.
Lîstikvanê Amedsporê Adama Traore xuleka 49an gola ku Amedsporê 1-0 xist pêş avêt.
Xuleka 60î vê carê Mbaye Diagne derket ser dikê û ferq derxist 2yan û skora maçê diyar kir.
Qerta sor derket
Di nivê yekem ê maçê de tansiyon bilind bû.
Lîstikvanê Pendîksporê Hakan Yeşîl, xuleka 14an ji ber îtîrazê karta zer, xuleka 42yan jî ji ber faulê karta zer a duyem dît û bi karta sor ji lîstikê hat avêtin.
Rahênerê Pendîksporê Ugur Uçarê ku piştî karta sor a Hakan Yeşîl îtîrazên xwe domandin, xuleka 43yan rasterast karta sor dît û çû trîbunê.
Amedspora ku di nivê duyem de serdestiya skorê di destê xwe de girt, di xulekên mayî de lîstika xwe ya bi kontrol domand û ji deplasmana zehmet bi 3 puanan vegeriya.
Bi vê encamê re Amedsporê puanê xwe derxist 49an û lîdertiya xwe jî domand.