Dîskispor serkeftin jibîr kir, fêrî wekhevî bû

07-03-2013
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Lîdera grûba yekem a lîga 3.emîn Diskispor piştî rêzeserkeftinan îcar dest bi rêze wekheviyan kir. Diskispor çar caran li dû hev wehkev ma û di navbera wê û İstanbulsporê de man 11 pûan. Gola Diskispor Yusuv avêt. Piştî vê maçê pûanên Diskispor bûn 57, tîma duyem İstanbulspor jî biserket û pûanên wê bûn 46.

Dîskispor hefta borî jî biserneket û li dû hev cara çaremîn wekhev ma. Du hefte berê di saheya xwe de Tîma Saredariya Bajarê Mezin a Amedê Diskispor û Kastamonuspor leyîstin û maç 0-0 bi dawî bû û vê heftê jî di deplasmanê de ligel Anadolu Uskudarê leyîst û dîsa tenê 1 pûan stand. Tevî maça vê heftê Dîskispor di 4 heftiyan de tenê 4 pûan stand û bi giştî 8 pûan wenda kirin.

45 deqeyên pêşî bêyî golan 0-0 bidawî bû û gola yekem di deqeya 53’emin de leystikvanê xwediyê saheyê avêt qeleya Diskisporê. Piştî 10 deqeyan jî Yusuf, gol avêt qeleya dijbera xwe û skor bû 1-1; Diskispor ji têkçûnê rizgar bû lê nekarî biserkeve û heta dawiya maçê ti gol nehatin avêtin.

Pistî 10 heftiyan sezon bi dawî dibe û eger Diskispor performansa xwe neguherîne lîderiya wê dikeve metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst