COLEMÊRG – Tîma jinan bi serkeftinên xwe balê dikişîne

07-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hakkarîgucu tîma jinan a Colemêrgê ye û bi serkeftinên xwe ve balê dikişîne ser xwe.


Hakkarîgucu li Colemrêgê nêzî 8 sal berê ava bû û 25 futbolîstên wê hene û di 2yemîn Lîga Jinan a Federasyona Futbolê a Tirkiyê (TFF) gruba 2yemîn de dileyîze, bi serkeftinên xwe nav daye.


Hakkarîgucu di rêza duyemîn da werz temam kir û mafê beşdarbûna play-offê bi dest xist. Hedefa tîmê ew e ku di Lîga 1emîn a Jinan de bajêr temsîl bike.




Antrenora tîmê Cemîle Tîmurê got ku dema avakirina tîmê de ew rastî tengasiyan hatin.


Tîmurê got: "Me di serî de tengasî kişandin. Çimkî anormal tê dîtin ku keçek futbolê bileyîze, şort li xwe bike."


Di berdewamiya axaftina xwe de Tîmurê da xuyakirin: "Keçên me serkeftî bûn û heta 2yemîn Lîga Jinan a TFFyê derketin. Her kesî pîroz kir. Li bajarê me ev rewş êdî normal tê dîtin. Em vê gavê tu tengasiyê nakşînin. Êdî jin tên futbolê temaşe dikin. Ev jî ji bo me pir girîng e."




Aysel Edîş ku 8 sal in di tîmê de dileyîze got kesên ku berê bertek nîşanî wan didan, vê gavê piştgiriyê didin wan û wiha dewam kir:


"Dema ku me futbol dileyîst, bertek nîşanî me didan û digotin 'jin dê çawa futbolê bileyîze', me jî guh nedida kesî. Em û hevalên xwe ji hev re bûn piştgirî û me futbol leyîst."(aa)


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst