Împaratorê futbolê yê Alman Franz Beckenbauer mir
Împaratorê futbolê yê Alman Franz Beckenbauer mir
Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê navdar ê Alman Franz Beckenbauer 78 saliya xwe de koça dawî kir.
Medyaya fermî a Almanyayê DPAyê ragihand ku efsaneyê futbolê yê Alman Franz Beckenbauer doh di 78 saliya xwe de mir.
Malbata Beckenbauer ji DPAyê re axivî û got “Bi xemgîniyeke kûr em radigihînin ku hevjînê min û bavê me Franz Beckenbauer doh, Yekşemê, di xewa xwe de bi aramî koça dawî kir. Em ji xwe dixwazin ku hûn şîna wî di bêdengiyê de bigirin û xwe ji pirsên zêde dûr bixin.”
Franz Beckenbauer ku li Almanyayê wekî “Kaiser” ango împarator jî tê naskirin, yek ji mezintirîn futbolîstê cîhanê bû.
Beckenbauer him wekî lîstikvan him jî wekî rahêner bûbû şampiyonê cîhanê û Kûpaya Cîhanê ya 2006an anî Almanyayê.
Franz Beckenbauer di 11ê Îlona 1945an de li bajarê Munîhê yê Almanyayê jidayik bû.