R.Madrîd golçiyê Lîverpoolê dikirre
Hewlêr (Rûdaw)- Tîma Real Madrîd ya Spanî bi mercên tîma Lîverpool a Înglîzî razîbû, bo kirrîna golçiyê tîma Înglîzî, Luis Suárez.
Li gor rojnameya Mirror, tîma R. Madrîd ji sala borî ve dixwaze ku golçiyê Lîverpoolê bikirre, lê ji ber kirrîna Gareth Bale, R. Madrîdê nikarî Suarez bîne nav rêzên xwe.
Li gorî rojnameyê, îdareya tîma Liverpoolê bi qasê 80 milyon Euro diyar kiriye, heta razî bibe û dest ji lîstikavnê xwe berde.
Li himber vî mercî jî, rojnameyê aşkere kir ku R. Madrîd û bi taybetî serokê wê Florentino Pérez, razî bûye ku 80 milyon Euro bide heta Suarez bîne nav rêzên tîma xwe.
Hêjayî gotinê ye ku niha Luis Suarez di pêşenga golçiyên xula Ingiltira “Premier League” e, bi 29 golan û baştirîn lîstikvan e di wê xulê de.