Helebce (Rûdaw) – Bi mebesta xwe amadekirina ji bo şampiyoniya jêr temenê 21 salî ya li welatê Malezyayê ku biryar e 26ê vê mehê birêve biçe, tîma karateyê ya Iraqê kampeke rahênan û perwerdeyê ji bo karetevanên Kurd vekiriye.
Ji ber ku lîstikvanên Kurd, 4 lîstikvan ji tîma Xurmal in û 3 lîstikvan ji tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê ne, hefteyek li Xurmal û hefteyek li Silêmaniyê rahênan û perwerde dibînin.
Lîstikvan Roza Yûnis dibêje: “Ez lîstikvana tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê me, di heman demê de lîstikvana hilbijardeya Iraqê me. Em xwe amade dikin ji bo şampiyoniya Asyayê ya jêr temenê 21 sal, ku li welatê Malezyayê birêve diçe. Bûye 15 roj me dest bi kampa perwerde û rahênanê kiriye, ku 5 roj li Xurmal e û 5 rojên din jî li Silêmaniyê ye.”
Lîstikvan Bijar Mehdî jî diyar kir: “Min li Duhokê di şampiyoniya Iraqê de pileya yekem bi dest xist û bo Bexdayê hatim hilbijartin. Pênc lîstikvanên me çûn Bexdayê ji bo şampiyoniya duyem, li gel lîstikvanên Besra, Necef û cihên din, di şampiyoniyê de 4 lîstikvanên me hatin hilbijartin. Nêzîkî 20 roj in em li gel rahênerê xwe yê Misrî rahênan dikin, bi hêviya bidestxistina encameke baş.”
Rahênan bi serperiştiya rahênerê Misrî Mistefa El Etale birêve diçin û li gor gotina wî, ji ber rahênanên berdewam, keşûhewa û xwarinên bi tendirust, hêz û şiyana baş a lîstikvanên Kurd heye.
Lîstikvanên Kurd berî niha encamên baş ji bo hilbijardeya Iraqê bi dest xistine û niha jî ji wan encamên baş tê çaverêkirin.
Hejmara wan lîstikvanên ku beşdarî kampa perwerde û rahênanê dibin, 10 lîstikvan e. Piştî seridandinê 3 lîstikvan dê werin hilbijartin daku beşdarî Şampiyoniya Asyayê ya Navdewletî ya li welatê Malezyayê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse