Bayern Munichê poşek li Real Madridê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Real Madrid di maça yekem a çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li mala xwe li hemberî Bayern Munichê 2-1 têk çû.

Di maça ku li Stadyuma Santiago Bernabeuyê hat lîstin de, Bayern Munichê 2-1 zora Real Madridê bir.

Bayern Munich li deplasmanê bi ser ket

Bayern Munich bi golên Luis Diaz (xuleka 41ê) û Harry Kane (xuleka 46an) bi ser ket.

Gola yekane ya Real Madridê xuleka 74an ji aliyê Kylian Mbappe ve hat avêtin.

Rovanş 15ê Nîsanê ye

Bayern Munichê bi vê encamê re beriya maça rovanşê avantaj xist berîka xwe.

Maça rovanşê dê 15ê Nîsanê (roja çarşemê) li stadyuma Bayern Munichê (Allianz Arena) were lîstin.