FIFA 2018 - Pûtîn li ser têkçûna tîma Rûsyayê çi got?
Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi tevê binkeftina tîma Rûsyayê jî destxweşiya lîstikvan û tîmê kir.
Berdevkê Kremlîmê Dîmîtrî Peskov ji çapemeniyê re ragihand, ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn heta dawiyê jî leyîstika di navbera Rûsya û Xirwatyayê de temaşe kiriye.
Peskov got, ku bi tevê sernekeftinê jî Pûtîn bi tîma welatê xwe serbilind e û destxweşî li wan dike.
Le yarîyekeda heryeke le dîmîtrî mêdvêdvî serokwezîranî rûsya û kolînda kîtarovîçî serokî kirwatya amadebûn.
Şeva borî di çarçoveya leyîzên çariyek final a Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de Rûsya ku mazûvan bû li hember tîma Xirwatyayê bi penaliyan têk çû û xatir ji şampiyonayê xwest.
Di dema lîstokê de Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev û Seroka Xirwatyayê Kolinda Grabar-Kitaroviç jî amade bûn.