Spanyayê Tirkiye da ber golan: 6-0

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça duyem a Koma Eyê ya Bêjandinên Kupaya Cîhanê ya 2026an de, Spanya bû gol û bi ser serê Tirkiyeyê de bariya.

Tirkiye li hemberî Îspanyayê bi 6-0 têk çû.

Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê di maça duyem a bêjandinan de bi Spanyayê re hat pêşberî hev.

Pêşbirka ku li Stadyuma Bajarê Mezin a Konyayê hat lîstin, 6-0 bi serkeftina Spanyayê bi dawî bû.

Golên ku serkeftin ji Spanyayê re anîn, di xulekên 6 û 62yan de Pedri, di xulekên 22, 45+1 û 57an de Mikel Merino û di xuleka 53yan de jî Ferran Torres tomar kirin.

Bi vê encamê, Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê di komê de yekem têkçûna xwe tomar kir û di 3 puanan de ma.

Spanyaya ku di 2 maçan de 2 serkeftin bi dest xistin, bi 6 puanan li ser kursiyê pêşengiyê rûnişt.

Di maça sêyem a komê de, Tirkiye dê 11ê Çiriya Pêşîn (roja şemiyê) bibe mêvana Bulgaristanê.

Spanya jî dê di heman rojê de mazûvaniya Gurcistanê bike.