Amedspor bi golên Diagne bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê bi golên Mbaye Diagne 2-1 zora Hataysporê bir û 3 puanên girîng xistin binê berîka xwe.

Amedsporê li Stadyuma Amedê mazûvaniya Hataysporê kir.

Amedspora ku bi lez dest bi maçê kir, xuleka 5an bi gola Mbaye Diagne 1-0 ket pêş.

Amedsporê zexta xwe ya li ser hevrikê xwe domand û xuleka 24an de dîsa bi gola Diagne ferq derxist diduyan.

Hataysporê xuleka 40î de bi penaltiya Gorkem Saglar ferq daxist yekê û nîvê yekem bi serweriya 2-1 a Amedsporê bi dawî bû.

Di nîvê duyem de her du tîman jî derfetên golan peyda kirin lê di encama maçê de guhertin çênebû.

Amedsporê piştî serkeftina li hemberî Hataysporê puanê xwe kir 26 û di Lîga 1emîn a TFFyê de derket rêza duyem.