Mbaye Diagne Amedspor ji têkçûnê rizgar kir: 1-1

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mbaye Diagne Amedspor Esenler Erokspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê, di maça ku li Stenbolê hat lîstin de li gel Esenler Eroksporê 1-1 wekî hev ma.

Di çarçoveya Lîga Yekemîn a TFFyê de, Amedspor li deplasmanê derket pêşberî Esenler Eroksporê.

Amedspora ku di rêza duyem a lîgê de ye, puanên xwe derxistin 71ê.

Bi vê encamê, Amedspor beriya 4 hefteyên dawî bi 4 puanan ket pêşiya Esenler Erokspora ku di rêza sêyem de ye û 67 puanên wê hene.

Li aliyê din, Erzurumspora ku li deplasmanê zora Îstanbulsporê bir, puanên xwe derxistin 75an û lîdertiya xwe parast.

Esenler Erokspor di xuleka 23yan de bi gola Ryan Jack 1-0 ket pêş.

Di xuleka 33yan de Celal gola wekheviyê avêt lê hakem ew gol qebûl nekir.

Nîvê yekem ê maçê bi serdestiya 1-0 a tîma malxwe bi dawî bû.

Diagne careke din tor hejand

Amedsporê bi xurtî dest bi nîvê duyem kir û zexta xwe ya ji bo golê zêde kir.

Di xuleka 51ê de, piştî lêdana Sînan Kurt, lîstikvanê navdar Mbaye Diagne gihîşt topê û ew şand nav tora hevrikê xwe û encam kir 1-1.

Di xulekên mayî de hewlên her du tîman jî ji bo gola serkeftinê bê encam man.

Bi vî awayî maça Esenler Erokspor û Amedsporê bi wekheviya 1-1ê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst