AMED - Muşspor û Mardin 1969 Spor ji bo lîga yekem tên pêşberî hev
Amed (Rûdaw) - Çavê hemû bajarên Bakurê Kurdistanê îro li Amedê ye.
Du tîmên cîran, Muşspor û Mêrdîn 1969 Spor ji bo fînala mezin a derketina lîga yekem tên pêşberî hev.
Ev maça dîrokî, saet 17:00an li Stadyuma Amedê dest pê dike.
Di fînala play-offa lîga duyem de, tîma zer û spî Muşspor û tîma sor û şîn Mardin 1969 Spor ji bo derketina lîga yekem dê îro li Stadyuma Amedê maçeke dîrokî bilîzin.
Serokên her du tîman berî maçê peyamên dostanî, hevgirtin û biratiyê da û bangî alîgirên xwe kir ku vê maçê veguherînin cejna futbolê.
Serokê Mardin 1969 Sporê Ridvan Aşar anî ziman:
"Min wê çaxê jî gotibû, Înşallah em û Mûşê derkevin fînalê.
Bi rastî me têkoşîneke mezin da.
Em dixwazin em qezenc bikin lê heke Mûş jî qezenc bike ji bo me biratî ye.
Daxwaza min a mezin ew e ku maç bi silametî biqede.
Ez naxwazim ji bo vê şahiyê bêvila kesekî jî xwîn bibe."
Serokê Muşsporê Fatîh Cengîz jî da zanîn:
"Bi biratî û dostanî... yek ji me dê îsal derkeve, yê din jî nebe dê sala bê derkeve.
Ez encamê dizanim: Yan em dê derkevin yan jî Mêrdîn.
Înşallah em dê qezenc bikin lê bi Xwedê heke Mêrdîn jî qezenc bike ez dê xemgîn nebim."
Nêrîna xelkê Amedê
Mazûvanê fînala mezin xelkê Amedê jî dibêje ku Mûş û Mêrdîn bajarên wan in û kîjan tîm bi ser bikeve ew dê wekhev kêfxweş bin.
Welatiyekî bi navê Ozer got: "Her du jî Kurdistan in, welatê me ne, bila her du jî serkeftî bin."
Welatî Suleyman Demîr jî anî ziman: "Dilê min her duyan jî dixwaze. Hêvî dikim kîjan baş be ew bi ser bikeve. Kîjan derkeve ez dê serbilind bibim."
Mehmet Nûrî Arslan destnîşan kir: "Mûş û Mêrdîn ji bo me wekî hev in. Her du jî yên me ne. Mûş çavê me ye, Mêrdîn çavê me ye. Ferqa wan nîne, em razî ne her du jî derkevin."
Welatiyên din Ahmet Ceyhûn û Yilmaz Karahanoglu jî tekezî li ser biratiyê kir û diyar kir ku her du tîm ji bo wan yek in.
Maça bi kelecan a Muşspor û Mardin 1969 Sporê dê saet 17:00an dest pê bike.
Ji bo maçê ji Mûş û Mêrdînê bi hezaran alîgir hatine Amedê ku bibin şahidê vê şeva mezin.