Amesdporê forvetê ku lê digeriya dît

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê lîstikvanê navdar Mbaye Diagne transfer kir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de dilîze, ragihand ku wan bi Mbaye Diagne re li ser prensîbê li hev kiriye.

Di daxuyaniya kulubê ya li ser hesabê medyaya civakî de wiha hat gotin:

"Tîma me bi forvetê xwedî ezmûn Mbaye Diagne re li ser prensîbê li hev kiriye.

Lîstikvan, piştî kontrolên tenduristiyê yên ku dê roja duşemê li Stenbolê bên kirin, dê roja sêşemê li Amedê di merasîmekê de girêbesta fermî îmze bike."

Diagne di sezonên borî de di tîmên wekî Kasimpaşa, Galatasaray û Fatih Karagumrukê de lîstibû.