Li Liverpoolê şok: Gakpo seqet bû, Chiesa nexweş e
Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê Liverpoolê Arne Slot li ser rewşa Cody Gakpo û Federico Chiesa agahî dan.
Rahênerê tîma Liverpoolê ya Lîga Premier a Îngilistanê Arne Slot, derbarê rewşa tenduristiya lîstikvanê Holendayî Cody Gakpo û lîstikvanê Îtalyayî Federico Chiesa xeberên ne xweş dan alîgirên tîma xwe.
Arne Slot di civîna çapemeniyê de got, "Mixabin Cody Gakpo di maça dawî ya li hemberî Leeds Unitedê de seqet bû û dê çend hefteyan ji qadan dûr bimîne."
Slot behsa rewşa Federico Chiesa jî kir û diyar kir ku ew futbolîst nexweş e û îhtimala ku di demeke kurt de baş bibe nîne.