Muşsporê daxuyanî da: Otobusa alîgiran qeza kir?
Hewlêr (Rûdaw) - Muşsporê ragihand, ew îdiayên ku dibêjin wesayîta alîgirên wan piştî maça fînalê ya play-offê ya Lîga 2yemîn a Nesîneyê qeza kiriye, ne rast in.
Maça fînalê doh li Amedê di navbera Muşspor û Mardin 1969 Sporê de hat lîstin.
Piştî maçê, li ser torên civakî îdia hatin belavkirin ku wesayîta alîgirên Muşsporê di rêya vegerê de li ser rêya Pasûrê qeza kiriye.
Birêvebiriya Muşsporê li ser hesabên xwe yên fermî yên torên civakî daxuyaniyek belav kir û ev îdia bi tundî red kirin û anî ziman:
"Ew îdiayên ku li ser medyaya civakî belav bûne û dibêjin wesayîta alîgirên me di vegera Amedê de li ser rêya Pasûrê qeza kiriye, ne rast in, rewşeke neyînî nîne."
Her wiha klubê bangî alîgirên xwe kir ku li hemberî nûçeyên wiha baldar bin û anî ziman:
"Em bi girîngî daxwaz dikin ku li ser tenduristî û ewlehiya alîgirên me, tenê daxuyaniyên ku ji hesabên fermî yên kluba me tên kirin li ber çavan bên girtin."
Di maça fînalê ya play-offê de ku doh li Amedê hat lîstin, Muşspor li hemberî Mardin 1969 Sporê bi encama 2-1 têk çûbû.