Vanspor navê xwe diguhere

Hewlêr (Rûdaw) - Vanspora ku nû derket Lîga Yekemîn a Trendyolê ragihand ku ji bo sezona 2025-2026an bi şirketa “Îmaj Yapi” re peymana sponsoriya navê îmze kiriye.

Tîm dê di sezona nû de bi navê “Îmaj Yapi Vanspor” derkeve maçan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê tîmê ve hat belavkirin de hat gotin:

“Sponsora me ya nû ya navê Îmaj Yapi ye.

Kluba me ji bo sezona 2025-2026an bi şirketa Îmaj Yapi re wekî sponsorê navê li hev kiriye.

Em ji ber vê piştgiriya wî ya watedar spasiya Serokê Lijneya Birêvebir a Îmaj Yapiyê birêz Levent Cankurtaran dikin û em hêvî dikin ku ev hevkariya me hem ji bo kluba me hem jî ji bo bajarê me bi xêr be.”

Vanspor yek ji tîmên girîng ên Bakurê Kurdistanê ye û li parêzgeha Wanê hatiye damezirandin.

Kluba ku xwedî bingeheke xurt a alîgiran e, di dîroka xwe de gelek caran bi zehmetiyên aborî re rûbirû maye û navê wê çend caran hatiye guhertin.

Derketina tîmê ya Lîga Yekemîn ji bo bajarê Wanê û alîgirên wê wekî serkeftineke mezin tê dîtin û hêviyên ji bo paşerojê zêde kirine.

Li lîgên futbolê yên Tirkiyeyê, sponsoriya navê rêbazeke gelekî berbelav e.

Gelek klub ji bo ku çavkaniyên darayî peyda bikin, navê sponsorên xwe li pêşiya navê xwe zêde dikin.

Ev yek hem ji bo klubên ku di tengasiya aborî de ne dibe derfeteke girîng a dahatê, hem jî ji bo şirketên sponsor dibe rêyeke bibandor a reklam û danasînê.

Ji ber vê yekê, guhertinên bi vî rengî di futbolê de gelek caran tên dîtin.