Norwecê mala Moldovayê li mîrata reş gerand: 11-1

Hewlêr (Rûdaw) - Norwecê di maça Koma Iyê ya Bêjandinên Kupaya Cîhanê ya 2026an de 11-1 zora Moldovayê bir.

Erling Haaland mohra xwe li pêşbirkê da.

Haalandê stêrka Manchester Cityê bi 5 gol û 2 asîstan di serkeftinê de roleke serekî lîst.

Aasgaard jî bi hat-tricka ku tenê di nava 12 deqeyan de kir û gola ku di deqeyên dawî de kir, bû qehremanekî din ê şevê.

Di maça ku li Stadyuma Ullevaalê hat lîstin de, golên serkeftinê ji aliyê Myhre (6'), Haaland (11', 36', 43', 52', 83'), Odegaard (45+1') û Aasgaard (67', 76', 79', 90+1') ve hatin tomarkirin.

Bi vê encamê re Norwecê puanên xwe kirin 15 û pêşengiya xwe ya di komê de xurt kir.

Moldovayê hîn puan nesitandine û hesreta wê ya ji bo puanan didome.

Norwec dê di maçên xwe yên bê de bi Îsraîl, Estonya û Îtalyayê re were pêşberî hev.