VÎDEO - Denîzê Kurd bûye rizgarkerê Stuttgartê, kes nikare wî rawestîne
Hewlêr (Rûdaw) - Di maçeke tijî gol û kelecan de, Stuttgartê bi du golên stêrka xwe ya Kurd Denîz Undav bi encamA 3-2 zora Augsburgê bir.
VfB Stuttgartê Di hefteya 10emîn a Bundesligaya Almanyayê de li MHPArenayê mazûvaniya FC Augsburgê kir.
MaçÊ bi lez dest pê kir û tîma mêvan Augsburg xuleka 8an bi gola Fabian Rieder 1-0 ket pêş.
Lê kêfxweşiya Augsburgê zêde nedomî, deh xulek şûn de piştî ku hakem bi alîkariya VARê penaltiyek da Stuttgartê, Maxi Mittelstädt ji xala spî top şand torê û skor kir 1-1.
Augsburgê dev ji têkoşînê berneda û bi gola Han-Noah Massengo careke din pêş ket.
Lê berî ku nîvê yekem bi dawî bibe, stêrka Kurd Denîz Undav derket ser dikê û bi golekê ku bi serê xwe tomar kir, skor dîsa kir wekhev û her du tîm bi skora 2-2 çûn odeya cilguherînê.
Undav bû lehengê maçê
Nîvê duyemîn bi awayekî hevsengtir derbas bû lê xuleka 80yî Denîz Undav careke din navê xwe da nivîsandin.
Lîstikvanê Kurd bi golekê xweş tîma xwe 3-2 xist pêş û encama maçê diyar kir.
Bi van du golan re, Denîz di vê sezonê de di Bundesligayê de hejmara golên xwe gihand 12an.
Stuttgartê bi vê serkeftina girîng puanên xwe derxistin 21ê û di Bundesligayê de derket rêza çarem.