VÎDEO - Agît Kabayel bû şampiyon: ‘Bijî Rojava, her bijî Kurdistan’
Hewlêr (Rûdaw) - Boksorê Kurd Agît Kabayel di Şampiyoniya Boksa Giran a WBCyê de rikeberê xwe yê Polonyayî Damian Knyba bi nakawta teknîkî têk bir.
Kabayel piştî maçê peyameke girîng li ser Rojavayê Kurdistanê da û got:
"Em tiştên ku niha li Rojavayê diqewimin qet qebûl nakin."
Agît Kabayel şeva borî li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê li Rudolf Weber-Arenayê derket ser rîngê.
Kabayel ji bo parastina kemera xwe ya şampiyoniya cîhanê ya giran a demkî ya WBCyê li hemberî Damian Knyba lec kir.
Li pêşberî nêzîkî 13 hezar temaşevanan, Kabayel di raunda sêyem de rikeberê xwe bi nakawta teknîkî têk bir û nasnavê xwe parast.
Bi vê encamê boksorê Kurd di kariyera xwe ya profesyonel de serkeftina xwe ya 27an bi dest xist û ev bû nakawta wî ya 19an.
"Bijî Kurdistan"
Agît Kabayel piştî serkeftinê li ser rîngê axivî û bi coş got:
"Gelekî spas. Ez spasiya hemû piştgiran dikim.
Ez dixwazim tiştekî bibêjim: Bijî Kurdistan! Silav li hemû mirovên ji welatê min."
Kabayel bal kişand ser rewşa taxên Kurdan ên li Helebê û wiha axivî:
"Em tiştên ku niha li Rojavayê diqewimin qet qebûl nakin.
Wekî ku min got, Bijî Kurdistan! Ez ji bo we û hemû hezkiriyên xwe li vir im.
Ji bo me hemûyan şeveke xweş e."
Kabayel her wiha meydan xwend xwediyê kemera şampiyoniya cîhanê Oleksandr Usyk û anî ziman:
"Maça şampiyoniya cîhanê bidin min, ez amade me.
Ferq nake ez dê li kû û bi kê re lecê bikim, ez dixwazim ji bo kemerê şer bikim."
#VÎDEO - ❝Bijî Rojava, her bijî Kurdistan❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 11, 2026
🥊 Boksorê Kurd Agît Kabayel rikeberê xwe nakawt kir û bû şampiyonê cîhanê
🥊 Agît Kabayel serkeftina xwe bi gotinên ❝Bijî Rojava, her bijî Kurdistan❞ pîroz kir #AgitKabayel #Kurd #Heleb #Alepo #حلب #Syria pic.twitter.com/jBhgeeAUkt
Agît Kabayel kî ye?
Agît Kabayel sala 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.
Ew bi eslê xwe ji navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û li Bochumê dijî.
Kabayel di kariyera xwe de gelek şampiyonî bi dest xistine ku di nav wan de şampiyoniya Ewropayê ya di navbera salên 2017 û 2019an de jî heye.
Boksorê Kurd di kovara The Ringê de ku wekî otorîteya boksê tê qebûlkirin, di nav 10 boksorên herî baş ên cîhanê de cih digire.