Denîzê Kurd tofan li Leverkusenê rakir

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça lûtkeyê ya hefteya 16emîn a Bundesligaya Almanyayê de VfB Stuttgartê li deplasmanê Bayer Leverkusen bi encameke zelal a 4-1 têk bir.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav bi gol û asîstên xwe mohra xwe li maçê xist.

VfB Stuttgart şeva borî li BayArenayê bû mêvanê Bayer Leverkusenê.

Stuttgartê di nivê yekem de bahoz rakir û hemberê xwe matmayî hişt.

Bi vê serkeftinê re Stuttgartê dawî li bêşansiya xwe ya 7 salan a li hemberî Leverkusenê anî.

Stuttgartê di nivê yekem de kar qedand

Tîma mêvan bi lez dest bi maçê kir. Xuleka 7an Denîz Undav pas da Jamie Leweling û Leweling Stuttgart 1-0 xist pêş.

Xuleka 29an Stuttgartê penaltiyek bi dest xist û Maximilian Mittelstadt ferq derxist duduyan.

Beriya ku nivê yekem bi dawî bibe, xuleka 45an Jamie Leweling careke din bi asîsta Denîz Undav derket ser dikê û skor kir 3-0.

Dora Denîzê Kurd

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav ku di maçê de performansekeke bilind nîşan da, xuleka 45+2yan vê carê bi xwe gol avêt û tîma xwe 4-0 xist pêş.

Nivê yekem bi vê encama surprîz bi dawî bû.

Leverkusenê tenê karîbû ferqê kêm bike

Di nivê duyem de Bayer Leverkusenê hewl da ku vegere nav maçê.

Xuleka 66an de Alejandro Grimaldo bi gola penaltiyê ferq daxist 3yan û skor bû 4-1.

Di xulekên mayî de ti gol nehatin avêtin û Stuttgartê piştî 7 salan cara yekem Bayer Leverkusen têk bir.

Rahênerê Leverkusenê Kasper Hjulmand yekem car piştî destbikarbaûnê li mala xwe têk çû.

Denîzê Kurd mohra xwe li maçê xist

Her çi qasî Jamie Lewelingê Stuttgartê wekê lîstikvanê maçê hat hilbijartin jî Denîzê Kurd bi lîstik, asîs û gola xwe mohra xwe li maçê da.

Stuttgartê bi vê encamê puanên xwe derxistin 29an û di rêza 5an de cih girt.