Surprîza Real Madridê ya ji bo alîgirên xwe çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Real Madridê ya Spanyayê ji niha ve xwe ji bo transferên havîna bê amade dike.

Du lîstikvanên navdar di planên tîmê de ne ku peymanê li gel wan îmze bike.

Li gorî nûçeya medyaya Arjantînê, Cristian Romero ji birêvebiriya Tottenhamê ne razî ye û Real Madrid şiyanên wî dişopîne.

Çavkaniyê diyar kir ku "şiyana fîzîkî, lez, lîstika bi topê û ezmûna wî ya li lîga Îngilistanê" sedemên sereke ne ku Real Madrid li ser transferkirina wî bifikire.

Lîstikvan 27 salî ye û peymana wî sala 2029an bi dawî dibe. Bihayê wî digihe 60 milyon euroyî.

Nico Schlotterbeck di lîsteya Real Madridê de ye

Lîstikvanekî din ê ku di plana Real Madridê de ye, Nico Schlotterbeck e.

Ew lîstikvanê tîma Borussia Dortmunda Almanyayê ye û demeke dirêj e navê wî bi tîma Spanyayê re tê gotin.

Rojnameya Bildê ya Almanyayê ragihand ku rawestgeha sereke û ya herî baş ji bo parastvanê Borussia Dortmundê Nico Schlotterbeck, tîma Real Madridê ye.

Lîstikvan di planên tîmê de ye û bihayê wî di navbera 40 û 50 milyon euroyî de ye. Real Madrid di warê bihayê wî de rastî ti pirsgirêkan nayê.

Biryara dawî dê meha bê were dayîn

Real Madrid li benda biryara wî lîstikvanî ye ku zanibe dê peymana xwe nû bike yan ji tîmê biçe.

Tê çaverêkirin ku lîstikvan meha bê biryara xwe bide.

Peymana wî ya li gel Dortmundê sala 2027an bi dawî dibe û ew 26 salî ye.

Girêdana navê van her du parastvanan bi Real Madridê re di demekê de ye ku îhtimal heye havîna bê Antonio Rudiger ji tîmê biçe.