Amedsporê li deplasmanê şov kir: 4-0
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku ji bo şampiyontiyê hewl dide, li deplasmanê 4-0 zora Istanbulsporê bir û 3 puan standin.
Amedspor di hefteya 30yî ya Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de li deplasmana Stenbolê derket pêşberî Istanbulsporê.
Di maça ku li Stadyuma Esenyurt Necmî Kadiogluyê hat lîstin de Amedsporê 4 gol avêtin hevrikê xwe.
Nîvê yekem bi 2 golan xelas bû
Amedsporê xuleka 34an bi gola Felix Afena Gyan û xuleka 39an bi gola Mbaye Diagne nîvê yekem 2-0 li pêş girt.
Di destpêka nîvê duyem de Mehmet Yeşîl gola 3yemîn a tîma xwe kir û Diagne jî xuleka 89an gola ku skor kir 4-0 avêt.
Tîma kesk û sor ji deplasmana zehmet bi 3 puanan vegeriya.
Amedsporê di rêya şampiyontiyê de serkeftineke girîng bi dest xist.
Amedsporê puanên xwe derxistin 61ê û di lîgê de cihê xwe yê rêza 3yemîn parast.
Tîma Amedê dê hefteya bê li mala xwe bi Manîsa FKyê re bilîze.