Barcelonayê îmana Real Madridê çikand û bû şampiyon

2 demjimêr berê
Nîşan Barcelona Real Madrid Şampiyon LaLiga
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barcelonayê di hefteya 35an a Lîga Yekemîn a Futbolê ya Spanyayê (LaLiga) de li mala xwe Real Madrid 2-0 têk bir û bû şampiyon.

Barcelonayê di maça ku li Stadyuma Spotify Camp Nouyê hat lîstin de xuleka 9an bi gola Marcus Rashford û xuleka 18an bi gola Ferran Torres torên Realê hejandin.

Di nîvê duyem de her du tîman jî gog neşand qeleyên hev û Barcelonayê maç 2-0 xelas kir.

Tîma Katalanan bi vê encamê re li ser hev cara duyem kupa bir mala xwe.

Barcelonayê beriya xelasbûna lîgê bi 3 hefteyan puanên xwe gihandin 91ê û bi 14 puanan ket pêşiya Real Madridê.

Bi vî awayî Barcelonayê şampiyoniya xwe ya 29an ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst