Hêlîna 15 salî bû qehremana Almanyayê

Mihemed Zeyno

Koln (Rûdaw) - Keça kurd ya 15 salî Hêlîn Mamo di 22.06.2013 de li bajarê Almanya Straubingê yê nêzîkî bajarê Munchenê di berxwedaneke dijwar de li dijî keça alman Jana Ring biserket û di kategoriya "Leichtgewicht" de bû qehrema Almanyayê û medalyaya zêrîn wergirt. Hêlîn bi salan e li bajarê Dortmundê di klûba Boxsport 20/50 de rahênan dike. 

Hêlîn, ev serkeftin pîroz be li te.

“Gellek sipas, ez weke keçeke kurd gellekî serbilind im bi vê serkeftina xwe.“

Tu îro bûyî qehremana Almanyayê, ji bo serkeftineke wiha pêwîst e mirov çi bike?

“Mirov divê ji armanca xwe dûr nekeve û ti caran bêhêvî nemîne, her wisa jî piştgiriya malbatê gellekî pêwîst e.“ 

Bavê Hêlînê jî gellekî bi serketina keça xwe ya ciwan kêfxweş e: “Ev serketina Hêlînê serbilindayî ye ji hemû xort û keçên Kurdan re.

Wek bav bi çi awayî hûn piştgiriya keça xwe dikin, da ku wisa serketi be?

“Ji biçûkiya wê de min dît ku keça min gellekî zîrek e di werzişê de û min jî bi her awayî piştgiriya wê kir û rê li ber wê vekir. Ez bi hêvî me ku dê û bavên xort û keçên me Kurdan li vî welatî li zarokên xwe miqate bin û astengiyan li pêşiya wan nehêlin û nebin kelem li ber wan.“

Hêlîn tenê di warê werzişê de serketî ye, yan di xwendina xwe de jî wisa zîrek e?

“Ew di xwendina xwe de jî wisa serketî ye û ew ya yekem e di pol û dibîstana xwe de û ew di hemû waran de wisa zîrek û jêhatî ye.“

Hêlîn heta niha di gellek pêşbaziyên li seranserî Almanyaye de bi wêrekî li ber xwe daye û biserketiye. Vê serketina Hêlînê ya dawiyê cihekî berfireh di çapemeniya almanî de jî girt, bi taybetî li eyaleta NRW.

Hêjayî gotinê ye ku malbata Hêlînê ji Rojavayê Kurdistanê ye û ev demeke dirêj e ku ew li bajarê Almanya Lunen yê nêzîkî Dortmundê dijî.