Navenda Nûçeyan - Werzişvana Kurd Berfîn Barişer dê 6-18ê cotmehê li paytexta Arjantîn bajarê Buenos Aires beşdarî Lîstikên Olîmpiyata Ciwaniyê ya Havîna 2018an bibe û armanca wê madalyona zêrîn e. Barişer ji bo madalyona zêr li quntarên Çiyayê Sîpan rahênanê dike.

Berfîn a 17 salî li Dibistana Amadeyî ya Werzîşa Mûşê xwendekara pola 12emîn e û bi rêvebiriya rahênerê xwe Ozkan Yurtaş xebatên xwe didomîne.

Werzişvana Berfîn dawiya hefteyê jî li Adaksuya gundê xwe yê ku dikeve quntara Çiyayê Sîpan, xebatên xwe didomîne.
Berfîn li gund piştî rahênanê xwe ligel malbata xwe ajelan xwedî dike.

Werzişvana Kulûba Fenerbahçeyê Berfîn li Trabzonê di Şampiyonaya Dinyayê ya Stêrkan de di 3 hezar mêtreyî de bû duyemîna cîhanê, li Enqerê di Şampiyonaya Atletîzma Stêrkan a Turkcel Tirkiyeyê de di 2 hezar metretî de bû yekemîn. Di lîstikên olîmpiyatan de hedefa Berfînê di 2 hezar metre de madalyona zêr e.

Berfîn dibêje mamosteyê wê yê werzîşê li dibistanê ferî atletîzmê kir.
Berfînê diyar kir, ew ji bo ku di pêşbirkan de serkeftî bibe malbata wê piştgiriyeke mezin dayê û wiha pê de çû: "Min ji atletîzmê pir hez kir. Ez li derveyî welêt beşdarî pêşbirkan bûm, min serkeftinên baş bi dest xistin. Ez li Tirkiyê jî çend caran bûm yekemîn. Paşê derketin derveyî welêt. Ez li ser navê Kulûba Fenerbahçeyê dikevim pêşbaziyan. Ez dê li Arjantînê beşdarî olîmpiyatan bibim. Ez dê li wê derê ser navê Tirkiyeyê têkevim pêşbaziyê û şampiyontiyê hildim û vegerim.”

Herwiha Berfînê da zanîn ku ew perwerdeya xwe li Mûşê didomîne û wiha axifî: “Gundê me li quntara Çiyayê Sîpan e. Ez antrenmanên xwe li quntara Çiyayê Sîpan dikim. Gelek caran diçim Çiyayê Sîpan. Ez dernekevim ser lûtkeyê lê heta nêvî diçim. Antrenmanên xwe wisa dikim. Ji ber ku çiya bilind e, seba antrenmanan kêrî min tê.”

Mehmet Barişer ê bavê wê jî diyar kir ku ew bi keça xwe Berfîn serbilind e û got: "Ez timî piştgirê wê me. Dema ku Berfîn tê gund di karên malê de alîkariya me dike. Antrenmanên xwe bi rêk û pêk dike, li çil û çiya direve.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse