Çavê Îraqê li Kupaya Cîhanê ye: 6 lîstikvanên Kurd di tîmê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya neteweyî ya Îraqê maça xwe ya yekem a di pêşbirkên Kupaya Cîhanê de dilîze û dixwaze gaveke girîng ber bi gihîştina Kupaya Cîhanê ve biavêje.
Îşev li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdî, tîma futbolê ya neteweyî ya Îraqê dê maça xwe ya yekem bilîze û dê li hemberî tîma Endonezyayê bisekine.
Di vê maçê de 6 lîstikvanên Kurd dê di tîma futbolê ya neteweyî ya Îraqê de bilîzin.
Şêrko Kerîm, Akam Haşim, Yûsif Emîn, Mêrxas Doskî, Usame Reşîd û Marko Ferec ew lîstikvanên Kurd in ku ji bo du maçên diyarker hatine vexwendin.
Ev çend roj in tîma Îraqê ji bo amadehiya maçan li Erebistana Siûdî ye û amadehiyeke tam kiriye da ku serkeftina yekem a di pêşbirkê de tomar bike.
Hemû lîstikvan ji bo maça îşev a li hemberî Endonezyayê amade ne.
Di maça tîma xwe ya li hemberî tîma Hewlêrê de her çend Eymen Hisên ji ber êşê ji stadê derketibe jî ew di rahênanên dawî de xuya bûye û ji bo maçê amade ye.
Ev maça yekem a Îraqê ya di pêşbirkên Kupaya Cîhanê de ye.
Tîma Endonezyayê piştî ku di maça yekem de bi 3 golan li hemberî Erebistana Siûdî têk çû maça xwe ya duyem dilîze.
Serkeftina di vê maçê de ji bo Îraqê xwedî wateyeke mezin e û tîmê nêzîkî gihîştina Kupaya Cîhanê dike.
Roja sêşemê jî dê di maça duyem de li hemberî tîma Erebistana Siûdî bilîze.
Têkçûna di maçê de dê hêviyên Îraqiyan ên ji bo gihîştina Kupaya Cîhanê kêm bike.
Di qonaxa borî ya pêşbirkên Asyayê yên ji bo Kupaya Cîhanê de, Îraq û Endonezya di heman komê de bûn, her du tîman 2 maç lîstin û Îraq di her duyan de jî bi ser ket.
Îraqê di pêşbirkên Kupaya Cîhanê û Kupaya Asyayê de 7 caran li hemberî Endonezyayê lîstiye û ti carî têk neçûye.
Di maça xwe ya dawî de bi 5 golan li hemberî golekê bi ser ketiye û dixwaze bi wê dîroka geş serkeftineke din li hemberî wê tîmê tomar bike û gaveke girîng ber bi Kupaya Cîhanê ya 2026an ve biavêje.