Piştî Bursasporê Înegolsporê jî bi dirûşmên nijadperest êrişî Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça ku Batman Petrolspor bû mêvanê tîma Bursayê Înegolsporê de pankarteke nijadperest hat vekirin.

Tîma Batman Petrolsporê ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a Nesîneyê de ye, li deplasmanê bi Înegolsporê re lîst.

Tîma Batman Petrolsporê di deplasmana Înegolsporê de puanek bi dest xist û lîderiya xwe domand.

Lê belê pankart û dirûşmên nijadperest ên alîgirên Înegolsporê bûn sedema bertekan.

Di maça ku Batman Petrolsporê serkeftina xwe ya lîderiyê domand de, helwesta alîgirên tîma Înegolsporê bal kişand.

Alîgirên Înegolsporê taybet ji bo maça Batnab Petrolsporê pankartek vekir û li ser nivîsîbû, "Li dîrokê binêre, dawiya yên ku serî li ber Tirkan hildaye çi bûye."

Ev peyama li ser pankartê û dirûşmên nijadperest û dijûnên ku di tevahiya maçê de berdewam kirin rastî bertekan hatin.

Piştî maçê Serokê Komeleya Petrolsporê Zeynel Abîdîn Nasiroglu jî nerazîbûn nîşanî pankart û dirûşmên nijadperest da.

Bûyerên nijadperest ên li stadyumên bajarê Bursayê ne cara ewil in.

Divê were bibîranîn ku hefteyên borî alîgirên Bursasporê jî bi dirûşmên kirêt êrişî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribû û ew yek jî bûbû sedema nerazîbûnan.