Alîgirên Amedsporê stadyum dagirt: Bilêt neman
Hewlêr (Rûdaw) - Lîdera Lîga Yekemîn a Trendyolê Amedspor, di hefteya 25an de dê li mala xwe mazûvaniya Sakaryasporê bike.
Maç dê 15ê Sibatê demjimêr 16:00an were lîstin.
Bilêtên vê maça girîng bi temamî xelas bûn.
Tevî ku 3 roj ji bo maçê mane jî hemû bilêt hatin firotin.
Tenê li trîbûna jor a li pişt qeleya bakur çend kursî mane.
Tê çaverêkirin ku bi hezaran alîgirên Amedsporê di vê maçê de piştgiriyeke xurt bidin tîma xwe.
Beriya vê maça krîtîk, Amedspor bi 49 puanan di rêza yekem a lîgê de ye.
Rikeberê wê Sakaryaspor jî bi 23 puanan di rêza 18an de cih digire.
Amedspor hewl dide ku bi serkeftinê lîderiya xwe biparêze û derbasî Lîga Super bibe.