Real Madridê qorika Manchester Cityê xiste berê

Hewlêr (Rûdaw) - Real Madridê di maça yekem a qonaxa 16 tîmên dawî ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li mala xwe 3-0 zora Manchester Cityê bir û beriya maça rovanşê avantajeke mezin bi dest xist.

Real Madridê li stadyuma Santiago Bernabeuyê mazûvaniya Manchester Citya tîma Îngilistanê kir.

Tîma malxwe bi lez û bez dest bi maçê kir.

Federico Valverde xulekên 20, 27 û 42yan 3 gol li pey hev avêtin.

Real Madrid bi hat-tricka Valverde nîvê yekem 3-0 pêş de xelas kir.

Real Madridê bi êrişên xurt dest bi nîvê duyem jî kir.

Real Madridê xuleka 57an penaltî bi dest xist lê belê şeva koran bi ser lîstikvanê navdar Vinicius Jr. de hatibû û wî gog neşand toran.

Di xulekên mayî de ti golên din nehatin kirin.

Real Madrid bi encama 3-0 bi ser ket û ji bo maça rovanşê ya li Îngilistanê deriyekî mezin vekir.

Her du tîm dê hefteya pêşiya me li Îngilistanê werin pêşberî hev.

Maça duyem 17ê Adarê demjimêr 23:00yan e (bi dema Kurdistanê).