Armanc Agîd Nêrweyî
Koln (Rûdaw) – Duh li bajarê Almanya Kolnê sporvanên kurd ên li Almanya dijîn hatin ba hev û biryar girtin ku rêxistinekê saz bikin. Civîn bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) hate organîzekirin û Yeketiya Sporvanên Kurd ‘Kurdsport’ hate avakirin.
Kongreya Sportvanên Kurd saet 10:00an dest pê kir û heta 18:00an dom kir. Piştî bixêrhatinê, serperiştiya kongreyê hat hilbijartin. Piştre bername û karê civînê hat diyarkirin. Nêrîn û pêşniyar hatin wergirtin. Ji bo navek wekî sembola sporvanên kurd ên li Ewrûpayê bê diyarkirin, bi piraniya dengan ‘Kurdsport’ hat hilbijartin. Ji bo salekê desteyek bi rengekî demokratîk hat hilbijartin.
Derdora 70 sporvanên Kurdistanê yên ji welatên weke, Holanda, Belçîka, Almanya, Fransa, Denîmarka, Swêd, Swîsre û Awûstûrya hatin ba hev. Sporvanên kurd ên ji beşên sporê yên weke futbol, basketbol, volyebol, hentbol, melevanî, atletîzm, tekwando, kick-boks, halter û hwd.. beşdar bûn.
Di civînê de rewşa sporvanên Kurd yên li Ewrûpayê dijîn hat nirxandin û biryar hat girtin ku bi rêxistinî tevbigerin. Herwiha biryar hat girtin ku li welatên weke; Holenda, Belcîka, Almanya, Fransa, Danimarka, Swêd, Siwîsre û Awustrya nûnertî werin hilbijartin.
Di dawiya civînê de lijneya rêveberiyê hat hilbijartin. Hesen Acer û Fethî Çiya wekî hevserok hatin hilbijartin. Ji bo berpirsê ragihandinê jî hevkarê Rûdawê yê li Almanya, Armanc Agîd Nêrweyî hat hilbijartin. Ji bo berpirsê jinan, Jale Mihemediyan, ji bo beşa ciwanan Derwêş Genc û Jiyan Elî û ji bo aboriyê jî Hesen Acer Darayî hatin hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse