Li Çewlîgê pêşbaziya hespan hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, pêşbaziya hespên rehwan hat lidarxistin.

Li gundê Toxliyanê yê navçeya Kanîreşê îro pêşbaziya hespan hat lidarxistin.

Ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê 47 siwar bi hespên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn.

Pêşbazî bi 4 koman hat kirin û xelkê herêmê eleqeyeke zêde nîşanî pêşbaziyê da.

Şaredarê Kanîreşê Veysi Bingol di encama pêşbaziyê de xelatên curbecur da kesên sekeftî.