Çîroka serkeftina Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê
Dusseldorf (Rûdaw) - Nûbar Husên, ew stêrkî Kurd ê ku li Almanyayê bi du baskên xwendina bêhempa û werzişa qehremanî difire ye.
Nûbar Husên li Almanyayê rahênerê kesane ye ku bi Îngilîzî jê re dibêjin personal trainer. Ango, kesê ku bixwaze bedena wî/wê xweşik be, di bin çavdêrî û rênimayên wî de vî karî dike.
Ew karê xwe bi şêwazekî cuda dike, ew jî ew e ku bi muzîka Kurdî dike. Ew bi xwe jî bi muzîka Kurdî pêşandanên balkêş dike.
Nûbar Husên xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ev 11 sal in li Almanyayê dijî.
Çîroka wî ya koç û serkeftinê, bûye mînakeke geş û bala civaka Kurd û Alman kişandiye.
Nûbar berî nêzîkî 10 salan welatê xwe terikandiye. Niha li Almanyayê ne tenê dest bi jiyaneke nû kiriye, belkî di du warên bi tevahî cuda de, xwendin û werziş, jêhatîbûneke awarte nîşan daye.
Nûbar bû mêvanê bernameya Diyasporayê û behsa jêhatîbûn, behre û hezên xwe kir.
Yek ji destkeftiyên herî diyar ên Nûbar di warê xwendinê de ye.
Wî ji ber zîrekî û behremendiya xwe, karîbû di sîstema xwendinê ya Almanyayê de asteke ew qasî bilind pêşkêş bike ku berpirsên dibistana wî biryar dan ku "qevzdana polê" jê re bikin, ango bêyî ku polekê biqedîne, ji bo poleke bilindtir hat veguhestin.
Ev destkeftiyeke ku tenê bi xwendekarên herî zîrek û jêhatî tê dayîn û nîşana leza fêrbûn û lihevhatina wî ya bi jîngeheke nû ya fêrbûnê re ye.
Hevdem li gel serkeftinên xwe yên akademîk, Nûbar xwedî hezeke kûr ji bo werzişê ye, nexasim werzişa "Calisthenics" ku cureyek ji werzişa kolanan e û tê de werzişvan pişta xwe bi giraniya laşê xwe girêdide ji bo pêkanîna tevgerên dijwar û balkêş.
“Ev werziş ji bo min wek evînê ye”
Nûbar di vê derbarê de ji Diyasporayê re got:
“Ev werziş ji bo min wek evînê ye, ne erkekî leşkerî yan fermana kesekî.
Ev hez ji Qamişloyê ve di dilê min de bû û li vir li Almanyayê derfet ji min re çêbû ku ez wê bi pêş bixim û bikim beşek ji jiyana xwe."
Ew tenê wekî hezekê li vê werzişê nanihêre, her wiha beşdarî pêşbirkan jî bûye û kariye pileya yekem bi dest bixe.
Ev yek asta behre û pabendbûna wî bi vê werzişê ve nîşan dide.
Li pişt van hemû serkeftinan, Nûbar amaje bi rola girîng a bavê xwe wek mezintirîn hander û palderê xwe dike.
“Bavê min herî zêde enerjî daye min”
Wekî ku ew dibêje, "Bavê min herî zêde wize (enerjî) daye min. Her tim piştgiriya min dike û min han dide da ku ez baştir bibim û li ser karên xwe berdewam bim."
Niha Nûbar bi xwe bûye çavkaniya îlhamê ji bo xortên din.
Bi riya weşandina vîdeoyên xwe di dema werzişê de, hewl dide peyama devjêbernedan û şopandina xewnan bigihîne hevalên xwe yên hemtemen.
Ew dixwaze îsbat bike ku mirov dikare li kîjan deverê be, bi îrade û xebata berdewam bigihîje armancên xwe.
“Ez dixwazim bibim mînakeke baş ji bo xelkê”
Nûbar armanc û xewna xwe ji temaşevanên Diyasporayê re eşkere kir û got:
“Ez dixwazim bibim mînakeke baş ji bo xelkê. Ez naxwazim kes wekî min be, belkî dixwazim her kes xewna xwe hebe û ji bo wê kar bike.
Em Kurd, xelkê şervan, xwenda, mamoste û werzişkarên me hene û em dikarin di hemû waran de serkeftî bin."
Çîroka Nûbar, ne çîroka zarokekî asayî ye, belkî çîroka îrade, devjêbernedan û têkelkirina behremendiya akademîk li gel hez û meraqa werzişê ye.