Antonio Rudiger seqet bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di tîma Real Madridê ya Lîga Yekemîn a Futbolê ya Spanyayê (LaLiga) de, lîstikvanê serkeftî Antonio Rudiger seqet bû.

Real Madridê di daxuyaniyekê de ragihand ku di masûlkeya jorîn a ranê çepê yê lîstikvanê xeta parastinê yê Alman de kêşan û werim hatiye tesbîtkirin.

Li gorî medyaya Spanyayê, lîstikvanê 32 salî dê herî kêm 2 hefteyan ji qadan dûr bimîne.

Divê were gotin ku Real Madrid her sê hefteyên ewil bi ser ket û di LaLigayê de bi 9 puanan lîder e.

Niha tirs heye ku seqetbûna Rudiger bandorê li tîma wî bike.