Amedspor bû gol û bariya: 14-0
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcellê de dilîze li mala xwe mazûvaniya ALG Spora bajarê Dîlokê kir û 14 gol avêtin.
Tîma kesk û sor nîva yekem a maçê 10-0 li pêş qedand û di nîva duyem de jî ferq zêde kir û bi encama 14-0 bi ser ket.
Bi vê encamê re, Tîma Jinan a Amedsporê serkeftina xwe ya herî mezin a sezonê tomar kir û bi hêza xwe ya êrişê bal kişand.
Li aliyê din, tîma mêvan ALG Sporê bi vê têkçûna giran rewşa xwe ya xirab a di lîgê de domand.
Nûnera Dîlokê di 5 maçan de bi giştî 66 gol xwarin.
Maç sonucu | 14 -0 #MücadeleninTakımı pic.twitter.com/577HWgh9zp
— Amedspor Kadın Futbol Takımı (@amedskkadin) November 12, 2025