Di rêya Lîga Super de maçeke krîtîk: Amedspor îşev dilîze
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de maçeke din dilîze.
Ew dixwaze sûdê ji stadyum û alîgirên xwe wergire da ku nêzîkî Lîga Super a Tirkiyeyê bibe.
Îşev di hefteya 35an a Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de, saet 20:00î Amedspor li stadyuma xwe dilîze.
Ew dê li pêşberî alîgirên xwe derkeve hemberî tîma Stenbolê Umraniyesporê.
Çavê Amedsporê li sê puanên din e da ku zêdetir nêzîkî Lîga Super bibe.
Amedspor 13 maç in têk naçe
Amedspor îsal di rewşeke gelekî baş de ye û 13 maç in têk neçûye.
Tîma Amedê hefteya borî li deplasmanê bi Eroksporê re wekî hev mabû.
Erokspor di lîgê de di rêza sêyem de ye û di rêya Lîga Super de hevrikê sereke yê Amedsporê ye.
Umraniyesporê hefteya borî li hemberî Sakaryasporê bi ser ketibû.
Ew dê îşev li deplasmanê bilîzin lê çavê wan li wê yekê ye ku bi encameke baş vegerin Stenbolê.
Amedspor di 5 maçên dawî yên lîgê de, yekane tîm e ku têk neçûye. 4 serkeftin û wekheviyeke wê hene.
Tîma kesk û sor dixwaze îro sûdê ji alîgirên xwe wergire.
Ew dixwaze vegere ser rêya serkeftinan û 3 puanên din bi dest bixe.
Umraniyesporê di 5 maçên dawî de 2 caran bi ser ketiye, 2 caran têk çûye û carek jî wekhev maye.
Amedspor 4 puanan li pêş e
Beriya vê maçê tîma Amedsporê di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de di rêza duyem de ye.
Tîma Amedê xwediya 71 puanî ye. Ew 4 puanan li pêşiya reqîbê xwe Eroksporê ye.
Umraniyespor jî bi 42 puanan di rêza 15an de ye.
Maça yekem a di navbera her du tîman de îsal li stadyuma Umraniyesporê ya li Stenbolê hatibû lîstin.
Amedspor di wê maçê de 4-3 bi ser ketibû.
Ew dixwaze îro jî heman serkeftinê li hemberî wê tîmê ducare bike.
Ev her çar maçên ku di lîgê de mane ji bo Amedsporê gelekî girîng in.
Tîma Amedê 4 puanan ji rêza sêyem dûr e.
Di lîgê de tîmên di rêza 1 û 2yem de rasterast derbasî Lîga Super dibin û tîma rêza sêyem jî diçe play-offê.