Navenda Nûçeyan - Kûpaya Cîhanî ya 2026 FIFAyê dê li Amerîka, Kanada û Meksîkayê were lîstin.
Kongreya 68em a Yekîtiya Federasyonên Futbolê yên Navneteweyî (FIFA) li Rûsyayê hat kirin.
Kongre li paytext Moskowê li Expocentera hat kirin û serok û rêveberên pilebilind ên federasyonên welatan ên ku endamê FIFAyê ne beşdar bûn. Di encama dengdayîna ku di kongreyê da hat kirin de Amerîka, Kanada û Meksîka dê di 2026an da mazûvaniya Kûpaya Cîhanî ya 23yem bikin.
Di encama dengdayîna kongreyê de Amerîka, Kanada û Meksîkayê ji 200 dengan 134 deng hildan û Fasê jî 65 deng hilda. Dengek jî bê alî hat dayîn.
Di Kûpaya Cîhanî ya 2026 FIFAyê de cara ewil e 48 tîm dê beşdar bibin ku berî niha 32 tîm beşdar dibûn.
Ji 80 pêşbirkên tûrnûvayê 60 pêşbirk li Amerîkayê, 10 pêşbirk li Kanadayê û 10 pêşbirk jî li Meksîkayê dê werin leyîstin.
Li Kanada, Amerîka û Meksîkayê ji bo Kûpaya Cîhanî bi tevahî 17 stad dê werin xebitandin.
Mexribê di salên 1994, 1998, 2006 û 2010an de ji bo mazûvaniya Kûpaya Cîhanî danîbû lê qezenc nekiribû.
Di dîroka Kûpaya Cîhanî de hejmara tîman cara ewil dê di tûrnûvaya 2026an de derkeve 48an. Ji Yekîtiya Federasyonên Futbolê yên Ewropayê (UEFA) 16, ji Konfederasyona Futbolê ya Afrîkayê (CAF) 9, ji Konfederasyona uitbolê ya Asyayê (AFC) 8, ji Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Bakur, Navîn û Karayîpan (CONCACAF) 6, ji Konfederasyona Futbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) 6 û ji Konfedarasyona Futbolê ya Okyanusyayê (OFC) welatek dê beşdarî tûrnûvayê bibe.
Du kontenjanên din jî dê piştî pêşbirkên play-offê ku ji 6 welat tê de dileyîzin, kifş bibe.
Kongreya FIFAyê ya 69em dê 5ê hezîrana 2019an de li Parîsê were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse