Festîvala Mazlum Dogan li Belçîkayê birêvediçe
Koln (Rûdaw) - Dawiya heftiya pêş 16. Festîvala Spor, Çand û Ciwanan ya Mazlum Dogan li dar dikeve. Îsal festîval di 20ê Tîrmehê de li bajarê Belçîka Liege birêvediçe. Festîvala îsal ji bo bîranîna hersê çalakvanên jin yên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin (Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez) tê lidarxistin.
Weke salên borî, îsal jî tê çaverêkirin ku bi hezaran ciwan tevlî festîvalê bibin, herwiha wê di gellek beşên spore de jî bi sedan sporvan bikevin pêşbirkê. Ji bilî pêşbirkên sporê, hejmareke mezin ji hunermendan jî wê beşa hunerê ya festîvalê geş bikin.